Siyaseta Derve û Ewlekariyê
Em ji bo piran di nav welat û çandan de çêbikin dixebitin…

Wek Komeleya Heinrich Boll Stiftung; di nav Tirkiye û YE (Yekîtiya Ewropa) de û ji bo Tirkiye li herêma xwe di warê siyaseta derve de karibe baştir rolekê bistîne, em hewldanên alîkariyê dikin. Ji bo di navbera HBS, civaka sîwîl, siyaset, medya û derdorên zanyarî de diyalog pêk bê û li hember pirsgirêk û rewşên aktuel bîr û baweriyek muşterek pêşkeve em dixebitin. Em hewl didin ku Tirkiye li Qafqasya û Rojhilata Navîn, ji bo pirsgirêka cînsiyetê bi awayekî dadmendî çareser bibe, roleke baştir bilîze.

October 19, 2009 - Em wekî niwêneriya Komeleya Heinrich Boll Stiftung ya Tirkiyê, bernameyekî nû didin destpêkirin da ku emê di vê bernameyê de polîtîkaya derveyî yê Tirkiyê bi hemû awayên ve bikaribin binirxînin. Amanca bernameyê me ew e ku emê di vê bernameyê de ji bilî destpêkirina gengeşiya di polîtîkayê derveyî de rûmet û ehlaq; emê bersîva pirsa nêzbûna Tirkiyeyê bi Ewropa û Transatlantîkê, wê tesîrekî çawa bike jî bigerin. Her weha di vê gengeşiyê de rola hukumeta Tirkiyeyê û perspektîfa wî jî bê lêpirsîn. Ewilîn pêngava bernameyê bi 3 civînên masayê gilovêr ya ku li Stenbol, Bruksel û Bêrlînê bê çêkirin, destpê bike. Civîn wê bi awayekî girtî û bi zimanê Îngîlîzî bê çêkirin dumahîk»
foto
Programa Pevguhertina Rojnamevanên Tirkiye û Ermenîstanê – Weqfa Hrant Dînk ya Navneteweyî, bi alîkariya Komeleya Heinrich Boll Stiftung di Gulana 2009an de, bi armanca ku di nav rojnamevanên Tirkiye û Ermenîstanê de têkiliyan xurtir bike, di pêşerojê de hevkariyên nuh ava bikin û di nav her du welatan de agahdariyek rast bi rêyên baştir pêk bînin derket rê. dûmahîk»